Wezîrê Darayiyê Mehmet Şîmşek di Kanala 7an de beşdarî bernameyekî bû û der barê rojevê de axivî.
Şîmşek got ku ew ê dibêjin 'piştî hilbijartina ji ber ku AK Partî bi tena serê xwe nebû desthilat bûyerên terorê zêde bûn' propagandaya siyasî dikin û ev ne rast e.
Şîmşek got ku welatiyên kurd di dema desthilatiya AK Partiyê de di qada demokrasî û azadiyê de gelek tişt bi dest xistin û wiha axivî: "Li hember vê divê rêxistina terorê ji welêt derketa û dev ji çekan berda. Lê gelek sedem nîşan dan û gav neavêtin. Bi pêvajoya çareseriyê ve em bendê bûn ku welatiyên herêmê hînî aramiyê bibin û ji terorê dûr bisekinin. Lê rêxistinê di pevajoya çareseriyê de çek kom kir, mirovên xwe û tundiya xwe zêde kir."
Şîmşek ragihand ku nêrîna 'pêvajoya çareseriyê belahewa çû' xelet e û wiha dewam kir: "Heke welatiyên me yên li herêmê piştgiriyê nadin vê serhildanê û li hember hemû zilm û tundiyê di vê mijarê de bertekan nîşan didin, nîşan dide ku welatiyan pêvajo baş fêm kirinê û pêvajoyê pîroz dikin. Ev nîşan dide ku Tirkiye bi rastî jî di vê mijarê de, di qada maf û azadiyan de pêş ve çûye. Ev jî ji bo Tirkiyeyê qezenceke girîng e. Hûn li kîjan welatê modern, demokratîk û pêşveçûyî yên ku di qada maf û azadiyan de pêşve çûne dijîn bijîn, li Tirkiyeyê jî kêm an zêde heman maf û azadî hene. Welatî vê dibînin. Niha ew kîjan zimanî fêm dikin li gor wê tevdigerin û ev jî stratejiyeke ku divê wisa be. Tu demokrasiyeke modern destûr nade eşkiyayên ku di destê wan de çek hene wiha rehet tevbigerin."
- "Hewcedariya Tirkiyeyê bi îstiqrara siyasî heye"
Wezîr Şîmşek got ku li Tirkiyeyê niha heyameke ku îstiqrara siyasî tune heye û wiha dewam kir: "Heke hikûmetên AK Partiyê reformên girîng nekirana û bingeha Tirkiyeyê xurt nekirina, îro pirsgirêkên cidî wê çêbûbûya. Li hember hemû van tiştan, niha li Tirkiyeyê rewşeke nebaş heye. Pêşveçûn li gor potansiyela xwe kêm e, enflasyon zêde dibe û qîmeta pereyê Tirkiyeyê kêm dibe. Sedema van a herî girîng rîska siyasî ye û divê li Tirkiyeyê bilez îstiqrara siyasî pêk bê û reform car din bên destpêkirin."