Ferizat Kaya
05 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 05 Tîrmeh 2017
ÎSTANBÛL
Rêwiyên Rêhewaya Tirkiyeê (THY) ên ji bo herin New Yorka bajarê Emrîkayê hatin Balafirgeha Ataturkê piştî muameleyên bilêtê bi cihazên xwe yên elektronîk derbas bûn.
Hat dîtin ku haya hin rêwiyan ji rakirina qedexeyê hebû, yên hin rêwîyan jî jê tûne bû.
Rêwî piştî kontrola pasaportan ji cîhaza x-rayê derbas bûn û piştî kontrolên rûtîn bi cîhazên xwe yên elektronîk, derbasî balafirê bûn.
" Biryareke di cî de ye"
Ji rêwiyan Emre Tokmak daxuyanî da nûçegihanan û got ku laptopa xwe bi xwe re aniye û biryara hat dayîn biryarake di cî de ye. Tokmak got ku pêşiya were balafirgehê pê hesiyaye ku qedexe hatiye rakirin. Tokmak wiha dewam kir: "Dema min bilêt kirî min got gelo ez roja din bikirim, lê li ser biryara rakirina qedexeyê min bilêta xwe ji bo îro kirî."
"Bi vê biryarê bêhna me hinekî derket "
Barişcan Koymenê ku bi malbata xwe re diçû New Yorkê tatîlê jî daxuyanî da nûçegihanan û got ku ji xeberan, pê hesiyane ku qedexe tê rakirin û wiha dewam kir "Bi vê biryarê bêhna me hinekî derket. rêya me dirê e leptopa me ji me re lazim e."