20 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 20 Tîrmeh 2016
SILÊMANÎ
Herêma Kurdistana Iraqê 4emîn deriyê xwe yê sînorî yê navbera xwe û Îranê li Seyranbenê bi marasimekê vekir.
Li Pêncwîna navçeya Silêmaniyê di navbera HKI û Îranê da deriyekî sînorî hat vekirin.
Deriyê ku bi merasimekê hat vekirin, Waliyê Silêmaniyê Aso Ferîdûn û Waliyê eyaleta Kurdistanê yê Îranê Abdul Mihemed Zahidî û hinek rayedarên gumrikê di merasimê da amade bûn.
Waliyê Silêmaniyê Ferîdûn di merasimê da axivî û got, "Piştî hewlên dirêj bi pesendkirina hikûmeta navendî ya Iraqê biryara vekirina vî deriyê gumrikê hat dayîn. Wê derî ji îro pê da ji bo derbasbûnên geştiyarî û bazirganî vekirî be."
Deriyê Sînorî yê Seyranbenê 140 kîlometro dikeve bakurê parêzgeha Silêmaniyê. Bi vekirina vî derî hejmara deriyên sînorî yên di nava HKI û Îranê da derket 4an.
Ew deriyên di nav bera HKI û Îranê da 1 li wîlayeta Hewlêrê û 3 jî li Silêmaniyê ne.