Türkan Tosun
25 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 26 Berfanbar 2019
Li ser hesabê Twîtterê yê fermî ya Koma Miteşebisiyê ya Wesayîta Tirkiyeyê (TOGG) weneyekî nû ya wesayîtê ya ku qismeke panjurê û tampona pêşiyê nîşan dide hat weşandin. Motîfa laleyê ya li ser panjurê bal jî kişand.
Wesayîta Tirkiyeyê ya ku bi meraqeke mezin bendê ne wê 2 roj şûn da bê nasandin. Rûpela Twîtterê ya Koma Miteşebisiyê ya Wesayîta Tirkiyeyê ya bi navê "Wesayîta Tirkiyeyê@TOGG2022" wêneyekî wesayîtê ya nû ya ku qismeke panjurê û tampona pêşiyê nîşan dide parve kir.
Di wêneyê ku hat parvekirin da motîfa laleyê ya sembola Stenbolê ye, ya li ser wesayîtê ye bal kişand.
Ji bilî wêne di peyamê da wiha hat gotin "Dema me digot #Wesayîta Tirkiyeyê em cidî bûn! Îlhama wê tu yî..."
Etîketên #CihêBuyînêStenbol, #RêwitiyaNûjeniyê û #TOGG" jî hatin parvekirin.
Wêne li ser medyaya civakî eleqeyeke mezin dît. Di nav 30 deqîqeyan da 8 hezar kesî wêne eciband, hezar û 900 kesî jî wêne rêtweet kir.
Hejmara şopînerên hesabê Twîtterê yê fermî yê TOGGê piştî parvekirina ewil gihîşte 122 hezar û 300î
Duh jî li ser hesabê Twîtterê yê fermî ya Koma Miteşebisiyê ya Wesayîta Tirkiyeyê wêneyekî wesayîtê ya ku paceya pêşiyê, neynikên wê, stûnên Ayê yên pêşiya wesayîtê nîşan dide hatibû weşandin.
Hatibû gotin her roj wê di 14.30an da agahiyeke nû ya der barê wesayîtê da bê weşandin.
Wesayîta Tirkiyeyê ya ku bimeraq bendê ne wê di 27ê Çileya Pêşîn da bi beşdariya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Gebzeyê bê nasandin.