SÎÎRT
Mudiriyeta Karên Çandî û Civakî ya Şaredariya Sîîrtê bi navê 'Welatê Ewliyayan Sêrt' pêşengeha wêneyan vekir.
Di çarçoveya çalakiyên Remezanê de li kolana Gurselê weneyên mizgeft û tirbeyên li Sîîrt û derdora Sîîrtê û welatiyên li van dera nimêj dikin, hat pêşandan.
Hunermendê wêneyan Emîn Sadik, der barê pêşengehê de wiha axivî: " Sîîrt û derdora wê ji aliyê turîzma baweriyê de gelek dewlemend e. Li Sîîrtê gelek mizgeft û tirbe hene. Min li ser vê saleke xebat kir û wêneyê wan kişandin. Her wiha wêneyên welatiyên ku li vira nimêj dikirin jî kişandin. Ji ber ku min di vê meha Remezanê de ev pêşengeh vekir ez, gelekî kêfxweş im.
Hunermendê wêneyan Sadik, diyar kir ku berê jî li Sîîrt û Îstanbûlê der barê mijarên cûda de pêşengehên weneyên ferdî li dar xistine û pêşengeh sê rojan heta paşîvê vekirî be.