Türkan Tosun
26 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 27 Berfanbar 2019
Komîsyona Diyarkirina Mehaneya Kêmtirîn ya ji nûnerên karker, karsaz û hikûmetê pêk tê îro wê bi civînekê va mehaneya kêmtirîn ya di sala 2020an da bikeve rewacê, diyar bike.
Civîna mehaneya kêmtirîn ya li Wezareta Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî çêdibe rasterast 7 milyon kesî eleqedar dike.
Wezîra Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî Zehra Zumrut Selçukê beriya civînê bi nûnerên Konfederasyona Sendikayên Karsazan a Tirkiyeyê û nûnerên heyetên Turk-Îşê ra hevditînek kir.
Civîn dewam dike, piştî mehaneya kêmtirîn a nû hat diyarkirin ew ê li Salona Reşat Morali ya Wezaretê bi rêya çapemeniyê bê eşkerekirin.
- Mehaneya Kêmtirîn a net niha 2 hezar û 20 lire ye
Niha ji bo karkerekî nezewicî mehaneya kêmtirîn a brut 2 hezar û 558 lire û 40 quriş e. Lê dema bac jê tê birîn dibe 2 hezar û 20 lire û 90 quriş.
Ji bo kesên di avahiyan da xebatkar in ji ber ku baca dahatê û baca demxeyê nayê birîn, mehaneya kêmtirîn net 2 hezar û 174 lire û 64 quriş e.
Ji bo karsazekî mesrefa karkerekî mehane 3 hezar û 6 lire û 12 quriş e. Ji vê 2 hezar û 558 lire û 40 qûriş mehaneya kêmtirîn a brut e, 396 lire û 55 quriş prîma ewlehiya civakî ye, 51 lire û 17 quriş jî fona sîgortayê ya bêkariyê ya karsaz e.