08 Gulan 2017•Rojanekirin: 09 Gulan 2017
İSTANBUL
Di nav perê welatên ber bi pêşveçûnê diçin da li hember dolar performansa herî baş, perê Tirkiyê nîşan da û nêzî ji sedî 0,3 qîmet wergirt.
Roja înê dolar/TL bû 3,5787 û piştî li Emrîkayê daneyên îstîxdama ji bilî çandiniyê hat eşkerekirin, ji sedî 0,28 daket û bi 3,5441 roj temam kir.
Dolar/TL di hefteya nû de jî herî dawî ji sedî 0,3 daket û bi 3,5350 hat firotin. Herwiha ewro jî ji sedî 0,42 daket û bi 3,8820î hat firotin. Sterlîn/TL jî ji sedî 0,5 daket û bi 4,5810an tê firotin.