Gelek tûrîstên îranî yên ku ji ber 13 roj betlaneya Newrozê ya li welatê wan hatin Wanê bi danûstandina ku kirin ve kêfa esnafê Wanê xweş kirin.
Bi hezaran tûrîstên îranî yên ku 13 roj betlaneya fermî ya Cejna Newrozê wekî firsend zanîn berê xwe dan Wanê. Welatiyên Îranê çûn gelek mexaze û navendên danûstandinê û ji xwe re eşya kirîn û bi vî hawî kêfa esnafê Wanê jî hate cih.
Ji bo ku tûrîstên îranî zêdetir li bajêr bimînin di navbera 20ê adarê û 5ê nîsanê de "Wan Shopping Fest" hat lidarxistin û di vê çarçoveyê de tûrîstan derfêta danûstandina rehet dîtin û bi bihayên şikestî ve ji xwe re eşya kirîn.
Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganiya Wanê Necdet Takva di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê de diyar kir ku di 4 rojên dawîn de 14 hezar îranî ji ber betlaneya Cejna Newrozê ya li welatê xwe ji deriyê sînor derbas bûn û hatin Wanê.
Takva balkişand ji bo ku tûrîstên îranî bi kêfxweşî ji bajêr biçin wan fêstîvalek li dar xist û bertekên erênî wergirtin û wiha pê de çû: "Bi hatina tûrîstên îranî ve li Wanê di tesîsên rawestinê û li mêvanxaneyên qamûyê cih nema. Ez hêvîdar im ku bajarê me dê sala bê kêmasiya di vî warî de temam bike."
Herwisa Takva destnîşan kir ku wan ji bo îraniyan ofîsa şêwrê damezirand.
Midûrekî giştî yê otêleke li navenda bajêr Gurkan Akbay jî diyar kir ku danasîna bajêr gelekî muhîm e û divê herkes ji bo vê armancê hewl bide.
Tûrîstên îranî jî diyarkirin ku xelkê Wanê eleqeyê nîşanê wan dide û ji ber vê jî ew kêfxweş in.
Seher Moseferiyê destnîşan kir ku wê li Wanê bi têra xwe danûstandin kir û ligel malbata xwe li qeraxa Behra Wanê geriya.