Abdullah Tel
07 Mijdar 2018•Rojanekirin: 07 Mijdar 2018
ÎSTANBUL
Dolar/TLyê ku bi zêdebûnê dest bi rojê kir li gor muameleya herî dawîn a duh ji sedî 0,17 zêde bû û der û dora 5,3850 lireyî da tê firotin.
Dolar/TL duh heta 5,3765 lireyî daket û di nav sê mehên dawîn da gihîşt asta herî kêm lê piştî nîvrojê dest bi zêdebûnê kir û li gor roja berê ji sedî 1,23 zêde bû û rojê bi 5,3765 lireyî temam kir.
Îro jî Dolar/TL bi zêdebûnê dest bi rojê kir û ji saet 09.40î vir pê va li gor duh ji sedî 0,17 zêde bû û der û dora 5,3850 lîreyî da tê firotin. Di heman wextî da ewro/TL jî ji sedî 0,48 zêde bû û bi 6,1717 lireyî û sterlîn/TL jî ji sedî 04,40 zêde bû û bi 7,0715 lireyî tê firotin.