01 Sibat 2017•Rojanekirin: 01 Sibat 2017
DUBAÎ
Nexweşxaneya Numûne ya Enqereyê ya Perwerde û Lêkolînê şayanê "Xelata Rûmetê ya Rose Of Paracelsusê" hat dîtin û xelat li Pêşangeha 42emîn a Tenduristiyê li Dubaiyê pêşkêşî Rêvebirê Nexweşxaneyê Prof. Dr. Nurullah Zengin hat kirin.
Ji bo xelatê li otêleke Duabiyê merasim hat sazkirin û Pisporê Cerrahiya Giştî li Nexweşxaneya Numûne ya Enqereyê ya Perwerde û Lêkolînê Doç. Dr. Tanju Tutuncu bi semînerekê nexweşxane da nasandin.
Nexweşxaneya Numûne ya Enqereyê ya Perwerde û Lêkolînê, bi tewsiyeya endamên Komîteya Sokrates û Komeleya Tibê ya Ewrûpayê (EMA) ji bo "Xelata Rûmetê ya Rose Of Paracelsusê" wek namzed hat nîşandan. Prof. Dr. Nurullah Zengin, li ser navê nexweşxaneyê xelat di "Rûniştina Taybet a Bicîkirina Tibbî ya Herî Baş" de ji Serokê EMAYê Dr. Vincenzo Cotigliola wergirt.
Rêvebirê Nexweşxaneyê Prof. Dr. Nurullah Zengin diyar kir di çarçoveya Pêşangeha 42emîn a Tenduristiyê li Dubaiyê ku yek ji fûarên herî muhîm e di warê tenduristiyê de wergirtina xelatê ji bo wan cihê serbilindiyê ye.
Zengin destnîşan kir ku nexweşxaneya wan bi tesrubeya sedsalane, bi xwerêxistina teknolojiya dawîn û personelê şareza, mesûliyeta xwe ya lêkolîn û xizmetê bi helwesteke multidisipliner tîne cih.
Zengin wiha axivî:
"Nexweşxaneya Numûne ya Enqereyê ya Perwerde û Lêkolînê, navendeke referans ku em di tenduristiyê de dixwazin bigihên asta mukemmel. Herwiha em qîmet didin xebatkar û nexweşên xwe. Di vê serdema me de gihîştina zanyariya rast ji her tiştî muhîmtir e. Nexweşxaneya me ji bo bilindkirina hişmendiyê û çêkirina motîvasyonê projeyên nûjen pêşde dibe. Em rê didin ku xebatkarên me yên tenduristiyê bi xelkê me re bikevin têkiliyê. Em îmkanê perwerdeyê direxsînin û mesûliyetên hişmendiya civakî dimeşînin. Nexweşxaneya me xizmeta tenduristiyê pêşkêş dike û çavkaniyan bi awayê herî baş bikar tîne. Ev xebatên nexweşxaneya me li welatên din jî tê taqîbkirin."
"Xelata Rûmetê ya Rose Of Paracelsusê" 'û "Sertifikaya Bicîkirina Tibbî ya Herî Baş" ji aliyê Komeleya Tibê ya Ewrûpayê (EMA) ve tên dayîn û wek sembola pêbaweriya rêxistineke tenduristiyê têne qebûlkirin.
Nexweşxaneya Numûne ya Enqereyê ya Perwerde û Lêkolînê jî bi vê xelatê di nav qeydên Komeleya Tibê ya Ewrûpayê (EMA) de cih girt.