05 Mijdar 2015•Rojanekirin: 08 Mijdar 2015
DIYARBAKIR
Navê doxtor Abdullah Bîrogulê ku ji hêla endamên PKKya rêxistina terorê ve hat cangorîkirin li nexweşxaneya navçeyê kirin.
Sekreterê Giştî yê Nexweşxaneyên Kamûyê yên Tirkiyeyê yê Diyarbekirê xwest ku navê doxtor Bîrogolê ku di dema rêbirînê de ji hêla endamên PKKê hat kuştin li nexweşxaneya dewletê ya li Pasurê bikin. Wezareta Tendûristiyê daxwazê qebûl kir û li ser vê yekê navê Nexweşxaneya Dewletê ya Qulpê guherî û bû "Nexweşxaneya Dewletê ya Dr. Abdullah Bîrogul"
Sekreterê Giştî yê Nexweşxaneyên Kamûyê yên Tirkiyeyê yê Diyarbekirê Mûrat Kangin daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku piştî daxwaza wan hat erêkirin tabelaya nexweşxaneyê jî hat guhertin.
Bîrogul di 31ê tebaxa 2015yan de di êrîşa çekdarî ya terorîstan de hat kuştin.