07 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 10 Rêbendan 2016
DIYARBAKIR
Li Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê ji 7ê hezîranê vir ve ji bo ku xizmeteke baştir bê dayîn, zêde tevdîr hatin dîtin.
Piştî hilbijartina giştî ya 7ê hezîranê rêxistina terorê dest pê kir çalakiyan li navendên bajêr pêk bîne. Li ser vê biryarê li bajaran xendek kolan, barîkat danîn û teqemenî li ser rêyan bi cih kirin. Ev çalakî dibin sedem ku welatî birîndar bibin û bimrin. Ji bo ku welatiyên birîndar dibin baştir bên tedawîkirin Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê jî tevdîrên xwe zêde kirin.
Serhekîmê nexweşxaneyê Prof. Dr. Saît Alan ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku ew ji ber van bûyeran xemgîn in lê wek nexweşxane ew seferber bûne ku zêdetir xizmetê bidin.
- "Me hejmara xebatkaran zêde kir"
Alan got ku çi ji destê wan tê ew dikin û wiha axivî: "Me hejmara xebatkarên xwe zêde kir. Profesorên me jî di nav de em 24 saet hişyar û baldar in. Em her tim nexweşxaneyê ne. Ji bo tedawiya welatiyan û bi taybetî jî ji bo tedawiya hêzên ewlehiyê çi ji destê me tê em dikin. Ez li ser navê 3 hezar û 500 xebatkarên me ez serfiraz im. Heta niha 167 hêzên ewlehiyê hatin dermankirin, mixabin ji van 3 kes şehîd ketin. Di rojên dawîn de di hin çapemeniyan de der barê nexweşxaneya me de nûçeyên derew derdikevin, lê bila tu kes van nûçeyan bawer neke. Em ê der barê van de gilidar bibin."
- "Em bi dil û can dixebitin"
Hemşîre Ş.Y ya ku du sale di nexweşxaneyê de dixebite û jina eskerekî ye jî got ku ew bi nav şert û mercên wekhev de xizmeta her kesî dikin.
Ş. Y wiha axivî: "Ji bo xizmeteke baş a tenduristiyê em bi dil û can dixebitin. Em hemû nexweşan re eleqedar dibin û hesas tevdigerin. Di nav wan de em tu cudahiyê nakin."