İbrahim Atmaca
26 Mijdar 2018•Rojanekirin: 27 Mijdar 2018
DUZCE
Dirba Çiyayê Boluyê li Tirkiyeyê ji guzegahên ku herî zêde tê ra wesayît diçin û tên e. Esnafê Çiyayê Boluyê amadehiya xwe ya zivistanê kirin û li bendê ne ku berf bibare.
Çiyayê Boluyê ku li ser rêya Stenbol û Anadoluyê ye, di her demsalê da cuda ye. Tê texmînkirin ku hefteya pêşiya me li çiyê berf bibare.
Esnafên ser rêya çiyê li benda berfê ne da ku ziyaretvanên seba menzereyê ji wir ra derbas dibin herin kargehên wan.
Karîgerê tesîsê Ferda Yildirim daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku Çiyayê Boluyê bi xweşikahiya xwe ya siruştî va cihekî yekta ye.
Yildirim diyar kir ku herêmê her demsal xweş e û wiha dewam kir, "Zivistanê ji bo ku xweşikahiyên wek Abant, Heftgol, Zozanê Topukê, Golcuk û Şelaleya Samandereyê bibînin, em li mêvanan e ku werin Çiyayê Boluyê. Ev der wek gozergah jî pir xweş e. Zivistanê Çiyayê Boluyê dibe cihekî nostaljîk. Dîmenên pir xweşik dertên holê. Em wek karîgerên Çiyayê Boluyê dixwazin di xizmetê da mêvanên xwe kêfxweş bikin."