Hat ragihandin ku li Bîngolê berfê rêya 175 gundan girt, li 3 navçeyan dibistan 2 roj hatin tetîlkirin
Li gor agahiya ku ji Midûriya Şaxa Xizmetên Rê û Gihandinê ya Sekreteriya Giştî ya Îdareya Taybet a Bajêr a Walîtiya Bîngolê hat stendin, berfê rêya 175 gundan girt.
Hat gotin, ji bo vekirina rê, ekîban dest bi xebatê kir. Ji ber berfê dibistanên navçeya Karliova, Yedîsû û Yayladereyê 2 rojan hatin tetîlkirin.