Türkan Tosun
03 Îlon 2019•Rojanekirin: 10 Îlon 2019
Li Yurtbaşiya bajaroka Elezîzê muteşebis Mehmet Tosun bi piştgiriya dewletê firîngiyên sor diçîne, wan hişk dike û difroşe dinyayê.
Tosun 12 sal berê bi piştgiriya Saziya Piştgiriya Pêşketina Çandinî û Çolwariyê li ser qadeke 5 dekarî dest bi karê ajotina firingiyên sor kir.

Tosun paşê bi piştgiriya dewletê eraziyê xwe qasî 700 dekarî mezin kir û 70 jin jî ji bo ku bixebitin îstixdam kir.
Firingî di meha nîsanê da tên danîn, di tîrmehê da jî tên berhevkirin. Paşê li ser pîneyên spî tên hişkirin û ji bo Ewropa, Japonya, Çîn, Amerîka û welatên din tên îxrackirin.

- Hedef îxrackirina 100 ton firingiyên hişk e
Muteşebis Mehmet Tosun ji nûçegihanê AAyê ra behsa kar û armanca xwe kir û got ew 12 sal e bi piştgiriya dewletê xebata xwe dimeşîne.
Tosun got ew dixwaze 100 ton firingiyên hişk bi dest bixe û wiha axivî: "Li gor şert û mercên hewayê li gelek welatan derfeta hişkirinê tune. Ji ber vê em ji 100î zêdetir welatan ra firingiyên hişkirî dişînin."
Tosun anî ziman li van welatên ku ew firingiyan îxrac dikin firîngiyên hişk di xwarinan da tên bikaranîn û wiha dewam kir: "Kore, Japonya û Avustralya bazara herî mezin e. Rûsya jî di salên dawîn da ji bo ku ji welatê me firingiyên hişk bikire serî lê da. Li welatê me herî zêde li herêma Egeyê firingî tên bidestxistin, lê Elezîz jî ji hêla ekolojiyê va hemtayê vê herêmê ye. Piştî ard, şekir û rûn firîngî jî êdî dinyayê xwarina bingehîn a çaremîn e. Wek salçe, ketçap û yên hişkirî li her malê tê bikaranîn."
Tosun got ew firingiyan bi destan dikin du felqan, xoyê li ser direşînin û ji bo hişk bibin li ser pîneyan tên zîwakirin.
Ayşe Çetina ku ji Diyarbekirê tê Elezîzê jî got ew ji bo ku zarokên xwe bide xwendin li bin tavê vî karî dike.
Hacer Gunduza li Zanîngeha Ataturk ya Erziromê xwendekar e jî got ew ji bo mesrefên xwe yên zanîngehê dixebite.