Abdullah Tel
20 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 20 Rêbendan 2018
NEW YORK
Fitch Ratingsa saziya derecekirina krediyê ya navneteweyî nota krediyê ya Tirkiyeyê di asta "BB+"da teyîd kir.
Fitch Ratingsê daxuyanî weşand û ragihand ku nota krediya Tirkiyeyê ya li gor pereyên welatên din jî di asta "BB+"yê da hat teyîdkirin û dirûviya notê Tirkiyeyê jî "sabit" hat hîştin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku tê texmînkirin aboriya Tirkiyeyê di sala 2017an da ji sedî 6,8 mezin bûye û aboriya Tirkiyeyê ber bi mezinbûneke xurt va diçe.
Fitch Ratingsê diyar kir ku li gor texmînan wê aboriya Tirkiyeyê di sala 2019an da ji sedî 4,7 mezin bibe.