İbrahim Atmaca
18 Sibat 2019•Rojanekirin: 20 Sibat 2019
ÎSTANBUL
Foruma Veberhênana Melekê ya Dinyayê (World Business Angels Investment Forum-WBAF) ku li dinyayê civata piyaseyên sermaye û veberhênanê ya qonaxa zûtir a herî mezin e, li Stenbolê dest pê kir.
Wezîrê Ciwanî û Sporê Mehmet Muharrem Kasapoglu, Serokomara Xirwatistanê Kolînda Grabar Kîtarovîç û Serokê Parlamentoya Kosovayê Kadrî Veselî û ji gelek welatan wezîr û burokratên payebilind beşdarî vekirina WBAFê ku Ajansa Anadoluyê "Şirîkê Ragihandina Global" e, bûn.
Nûnerên borseyên navdar, rêvebirên fona hebûnê, nûnerên fonên veberhênana hevpar, paydaşên şirketa rêvebiriyê ya servetê, nûnerên yekeyên bankevaniya taybet, rêvebirên teknoparkê û rêvebirên payebilind ên navneteweyî ên şirketên ku qîmeta wan ji 100 milyon dolarî zêdetir e jî beşdarî forumê dibin.
Di forumê da kesên ku di qada xwe da pispor in, li ser veberhênana melekê ya dinyayê, mekanîzmayên fonkirina girseyî û di aboriya kurewî ya nû da cihê veberhênana melekê disekinin.
Serokomarê Xirwatistanê Kolînda Grabar Kîtarovîç di vekirina forumê da axivî û wiha got: "Tirkiye li dijî terorîzmê şer dike, piştgiriyê dide penaberan û piştgiriyê dide veberdêrê xwe û karekî hêja derdixe holê."