İbrahim Atmaca
18 Sibat 2019•Rojanekirin: 19 Sibat 2019
ANKARA
Hat ragihandin ku Fermandarê Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) Joseph Votel Iraq ziyaret kir.
Li gor nûçeyên çapemeniya Ereban Votel bi rayedarên Iraqî û Amerîkayî ra duh çû Iraqê. Votel ji bo ku li ser mijara piştî vekişîna Amerîkayê a ji Sûriyeyê wê çawa pêşî li ber berhevbûna DEAŞê were girtin û bandora vekişînê wê çawa li ser Iraqê bike, bisekine çû Iraqê.
Votelê Fermandarê CENTCOMê hefteya borî gotibû tê plankirin ku hêzên Amerîkayê di hefteyên pêş da ji Sûriyeyê vekişin, lê pêvajo wê dîsa jî girêdayî şert û mercan be.
Votel îdiaya Îstixbarata Amerîkayê ya li Sûriye û Iraqê bi 10 hezaran mensûbên DAEŞê hene jî piştrast kiribû.
Serokê Amerîkayê Donlad Trump di meha berfanbarê da biryar dabû ku eskerên Amerîkay ji Sûriyeyê vekişin.
Rayedarên eskerî yê Amerîkayî daxuyanî dabûn medyaya Amerîkayê û gotibûn ku eskerên li sûriyeyê wê heta dawiya nîsanê bi temamî vekişin.
Rayedaran diyar kiribû ku heta dawiya adarê piraniya eskerên Amerîkayê wê ji Sûriyeyê vekişin.