Haydar Şahin
15 Sibat 2019•Rojanekirin: 16 Sibat 2019
ÎSTANBUL
Foruma Veberhênana Milyaket a Dinyayê (WBAF) ya ku ji bo piyaseya sermaye û veberhênana zû ya kurewî wekî Davosê tê nirxanidn ew ê di 17-19ê sibatê da li Stenbolê were kirin.
WBAFya ku AA "Şirîkê Ragihandina Global" a wê ye ew ê di 8-19ê sibatê da bi sedan 'veberhênerên milyaket' li Swissotel The Bosphorusê bîne ba hev.
Kongreya ku îsal tê da pêşxistina hevkariya dewletê û sektora taybet binirxînin ew ê ji 23 rûniştinên sereke û 110 axaftinan ra malxwedîtiyê bike.
Di roja duduyan a ku veberhênerên ji 82 welatan beşdar bibinê da gelek kesên dixwazin kar ava bikin ewê di Sehneya Dîtina Fona Kurewî da bi veberhêneran ra werin ba hev û projeyên xwe pêşniyaz bikin.
Rêxistina Bazirganiya Milyaket a Ewropayê (EBAN) Ajansa Veberhênanê ya Îspanyayç (ICEX) Wezareta Pêşketinê ya Ghanayê, Rêxistina Bazirganiya Milyaket a Rojhilata Navîn (MBAN) û Foruma Fînansa IFC SMEyê ya Bankeya Dinyayê jî bi delegasyonên hezdar va beşdarî forumê bibin.
- Beşdarbûna herî zêde ji Xirvatistanê
Li bendê ne ku Wezîrê Spor û Ciwaniyê Mehmet Kasapoglu di forumê da Tirkiyeyê temsîl bike û beşdariya herî mezin jî ji Xirvatistanê ye.
Di forumê da Wezîra Dewletê ya Xirvatistanê Kolinda Grabar-Kitaroviç ew ê welatê xwe temsîl bike. Wezîra Dewletê ya Xirvatistanê ew ê di forumê da biaxive.
Îsal welatê herî girîng ê forumê Xirvatistan e, xêncî Kolinda Grabar-Kitaroviçê, Wezîrê Aboriyê, hevkarên Zagorjeya Ajansa Pêşketinê ya Xirvatistanê û heyeta ji 30 kesî pêk tê ew ê tevlî kongreya îsal bibin.