Nihat Kavşut
13 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 14 Tîrmeh 2019
Fîtch Ratîngsa saziya pîvandina krediyê ya navneteweyî notê krediyê yê Tirkiyeyê kêm kir.
Di daxuyaniya Fîtch Ratîngsê da hat destnîşankirin notê krediyê yê Tirkiyeyê ya li gor pereyê biyanî ya demdirêj ji "BB"yê daxistine "BB-"yê û rewşa notê krediyê jî "neyînî" ye.
Di nav sedemên kêmkirina notê krediyê da geşedanên dawîn yên der barê Bankeya Navendî da, di aboriyê da pêşketina ku bi derengî dikeve, derengmayîna di kêmkirina enflasyonê da û teslîmata pergalên parastina esmanî ya S-400an ku Tirkiyeyê ji Rûsyayê kirîn û îhtimala mueyîdeyên Amerîkayê hatin destnîşankirin.