Duhan Değirmenci
30 Adar 2023•Rojanekirin: 30 Adar 2023
Bihayê grama zêr ya ku bi zêdebûnê dest bi rojê kir bi 1.212 lire ye.
Duh bihayê grama zêr li gor bihayê onsê kêm bû, ji sedî 0,41 kêmbûnê va bi 1.209 lireyî hat firotin.
Bihayê grama zêr serê sibê zêde bû, ji saet 10.55an pê va ji sedî 0,25 zêde bû û 1.212 lireyî tê firotin. Di heman kêliyê da zêrê çaryek bi 1.990 lireyî, zêrê Cumhuriyet jî bi 8.050 lireyî tê firotin.
Duh bihayê onsê ya zêr 1.964 dolar bû, lê îro ji sedî 0,15 kêm bû û bi 1.967 dolaran tê firotin.
Analîstan got hêviyên ji bo qeyrana bankayên li Amerîkayê êdî derbas bûn xurt dibin îştahê rîskê zêde dikin, lê der barê polîtîkaya pereyê ya heyama bê ya Bankaya Navend ya Amerîkayê (Fed) hê nediyar e.