Fatih Gazioğlu
03 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 04 Rêbendan 2019
ÎSTANBUL
Bihayê îro bi zêdebûnê dest bi rojekê kir û niha grama zêr di asta 227,9 lireyî da tê firotin.
Roja duşemê ji ber tesîra zêdebûna dolar/TL bihayê grama zêr zêde bûbû di nava rojê da jî ji sedî 0,61 zêde bû û roj bi 222,6 lireyî temam kir.
Zêr îro bi bilindbûnê dest bi rojê kir û ji saet 10.10an pê va li gor girtina berê ji sedî 2,38 zêde bû û niha 227,9 lireyî tê firotin.
Di Bazara Sergirtî da zêrê çaryek bi 372 lireyî û zêrê mezin jî bi 1.523 lireyî tê firotin.
Analîstê Fînansê yê AAyê Îslam Memîş got ku fikara li ser aboriya dinyayê bihayên zêr zêde kiriye. Memîş got ku grama zêr dibe ku heta 237 lîreyê zêde bibe û bihayê onsa zêr jî wê di navbera 1.265 û 1.300 dolarî da miameleyê bibîne.