Abdullah Tel
03 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 03 Rêbendan 2019
ANKARA
Wezîrê Xezîne û Darayiyê Albayrak: "Dawiya salê hema bêje em gihîştin hemû hedefên ku me danîbûn pêşiya xwe, heta me performanseke çêtir jî nîşan da"
"Me ji bo sala 2018an hedefa xwe ya enflasyonê ji sedî 20,8 diyar kiribû û me enflasyona salê di bin wê da ji sedî 20,3yî temam kir û bi rastî jî ev pêvajoyeke pir bi kêr e."
"Di budçeya sala 2019an da him ji hêla xerckirinê va, him ji hêla çûnê va û him jî ji hêla dahatê va em ê performanseke hê baştir nîşan bidin."
"Di sala 2019an da ji bo danîna bingeha 2020 û 2021î em ê bi heman cidîyet û biryardariyê va kar û barên xwe bidomînin."
"(Guherîna di kurên dowîzê da) Ji ber bazarên Asyayê ku vekirîne li hemberî bazarên pêşva diçin guherîn pêk hat. Guherîn di demeke kurt da di astekê da ma."
"(Îxraca tehwîla bi zêr) Sala par nêzî 6 ton û nîvek zêr me tevlî aboriyê kir."
"Emê di nav vê mehê da ji bo esnaf û pîşeyên îmalkirinê di serî da pakêteke ku wê maliyeta KOBIyên me kêm bike eşkere bikin."