Fatih Gazioğlu
02 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 02 Tîrmeh 2019
Bihayê grama zêr bi zêdebûnê dest bi rojê kir û niha di asta 253,2 lireyî da tê firotin.
Duh ji ber tesîra kêmbûna bihayê dolar, grama zêr jî daketibû û di nava rojê da jî ji sedî 4,25 kêm bû û roj bi 251,4 lireyî temam kiribû.
Zêr îro bi zêdebûnê dest bi rojê kir û ji saet 09.50an pê va ji sedî 0,7 zêde bû û niha 253,2 lireyî tê firotin.
Li Bazara Mezin zêrê çaryek bi 412 lireyî û zêrê mezin jî bi 1.686 lireyî tê firotin.
Bihayê onsa zêr a ku niha di bazarên Asyayê da rastî muemeleyeke pozîtîf tê ji sedî 0,5 zêde bû û niha bi 1.390,3 dolarî tê firotin.