İbrahim Atmaca
12 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 12 Tîrmeh 2018
MOSKOVA
Hecma bazirganiyê ya navbera Rûsya û Tirkiyeyê di mehên rêbendan-gulanê da li gor heman mehên par ji sedî 46,2 zêde bû û derket 11,3 milyar dolarî.
Li gor daneyên Servîsa Gumrika Federal a Rûsyayê (FTS), bi tevahî îxracata Rûsyayê ya şandiye Tirkiyeyê îsal di pêşnc mehên ewil da li gor heman mehên par ji sedî 44,6 zêde bû û derket 9,7 milyar dolarî.
Îdxalata ku vî welatî ji Tirkiyeyê biriye jî di heman heyamê da ji sedî 60 zêde bûye û derketiye 1,6 milyar dolarî. Hecma bazirganiyê ya navbera Rûsya û Tirkiyeyê di vê heyama navborî da ji sedî 46,2 zêde bû û derket 11,3 milyar dolarî.
Di hemû hecma bazirganiya Rûsyayê da para Tirkiyeyê jî 0,7 pûan zêde bû û derket ji sedî 4,2yan.
Li gor daneyên ku FTSê demek berê weşandibû, Tirkiye li gor sala par bi hecma bazirganiyê ya nêzî ji sedî 50yî va di çar mehên ewil ên îsal da şirîkê bazirganiyê yê 4emîn ê Rûsyayê bû.