Türkan Tosun
09 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 10 Tîrmeh 2018
ANKARA
Li piyaseyên navneteweyî warêla petrola brent bi 77,64 dolarî tê firotin.
Warêla petrola brent roja înê bi 77,52 dolarî dest bi rojê kiribû û di nav rojê da heta 77,65 dolaran zêde bibû. Îro jî warêla petrola brent bi 77,13 dolarî dest bi rojê kir û ji saet 09.15an pê va ji sedî 0,66 zêde bû û derkete 77,64 dolarî.
Di heman demê da warêla nefta xam a Teksasa Rojava (WTI) jî bi 74,20 dolarî hat firotin.
Pisgoran daxuyand li Amerîkayê stokên neftê yên ku hefta borî hatin eşkerekirin li gor 3 salên dawîn daketîn asta herî kêm, ev bû sedem ku bihayê neftê di destpêka hefteyê da zêde bibe.
Li Amerîkayê stokên nefta xam hefta borî 4,5 milyon warêl kêm bû û dakete 416,9 milyon warêlî.
Li gor daneyên Baker Hughesê yên heftane jî li Amerîkayê 5 kuleyên sondajê ya neftê zêde bû û derkete 863yan.