Muhammet Kurşun
24 Sibat 2017•Rojanekirin: 26 Sibat 2017
ANKARA
Li tevahiyê Tirkiyê di meha kanûna paşîn de xaniyên ku dest guherandin û hatin firotin li gor meha Kanûna Paşîn 2016an sedî 12,8 zêde bû û gihîşte 95 hezar û 389an.
Rêxistina Îstatîstîkên Tirkiyê rêjeya firotina xaniyan di meha kanûna paşîn a vê salê de ragihand.
Li gor vê daxuyaniyê firotina xaniyan di meha kanûna paşîn de nîsbet bi sala 2016 sedî 12,8 zêde bûye û ji 84 hezar û 556an derketiye 95 hezar û 389an.
Di firotina xaniyan de Stenbol bi 15 hezar û 807 xaniyan (sedî 16,6) di rêza yekem de ye. Piştî wê Enqere 10 hezar û 686 (sedî 11,2), Îzmir 5 hezar û 665 (sedî 5,9) tên. Firotina herî kêm jî bi 8 xaniyan li Hekarî, 11 xaniyan Erdêxan û 48 xaniyan jî Şirnex ketin lîsteyê.

- Biyaniyan hezar û 386 xanî kirîne
Firotina xaniyan bo biyaniyan jî li gor sala berê sedî 5,2 daketiye û bûye hezar û 386. Di vî warî de jî Stenbolê bi 441 xaniyî yekem e. Piştî wê antalya 264, Bûrsa 137, Enqere 72, Sakarya 70 û Yalova 62 xanî firotine biyaniyan.
Di meha kanûna paşîn a 2017an de welatiyên Iraqê ku tê texmînkirin piraniyên wan ji Herêma Kurdistanê ne 279 xanî ji Tirkiyê kirîne. Welatiyên Siûdiyê 144, yên Kuweytê 115, yên Efxanistanê 107, yen Rûsyayê jî 60 xanî kirîne.