Haydar Şahin
29 Mijdar 2017•Rojanekirin: 30 Mijdar 2017
ERZINCAN
Esnafekî ji Erzincanê bertek nîşanî kampanyaya erzaniyê ya ku li Amerîkayê û gelek welatên din tê lidarxistin û jê ra dibêjin "Black friday (Îna Reş)" da û diyar kir ku bi navê "Îna Bixêr" kampanya daye destpêkirin û ew ê xelî û kincên bûkan bide 10 malbatên hewcedar.
Serkan Turkê kinc û xemlên bûkan kirê dike got ji ber ku navê Înê û peyva "reş"ê tînin ba hev bertekê nîşanî vî navî dide ew ê di 1ê berfanbara 2017an roja înê da xêlî û kincan bide 10 kesên hewcedar.
Turkê 36 salî yê ku li taxa Karaaxacê 4 sal e vî karî dike wiha pê da çû:
"Bi navê îna reş va van rojên dawîn kampanyaya rûreşkirinê heye. Alema xiristiyanan roja bimbarek a mislimanan rûreş nîşan dide. Em jî li gor quweta xwe qasî ku jji destê me tê bi kampanyayekê va li dijî vê derdikevin. Em ê roja înê xêlî û kincên bûkan bidin 10 kesên hewcedar. Em dixwazin ku saziyên din jî di vê mijarê da piştgiriyê bidin me. Bira ew jî li dijî vê derkevin. În reş nabe. Me li Erzincanê kampanyayeke wiha da destpêkirin."