İbrahim Atmaca
29 Mijdar 2017•Rojanekirin: 29 Mijdar 2017
LAHEY
Li Laheya bajarê Hollandayê Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî ya Yugoslavyaya Berê (ICTY) di rûniştina temyîzê ya doza "Prlic û yên din" da 20 sal cezayê hepsê da Slobodan Praljakê generalê Hirvat yê berê û piştî ku birîna ceza hat daxuyandin, bi îdiaya ku Praljak jehr vexwar rûniştin hat bidawîkirin.
Biryara ewil di sala 2013an da hatibû eşkerekirin. Di biryara ewil da ji ber sûcê di şerê Bosnayê da kirin rayedarên leşkerî û siyasî yên Hirvat bi tevahî 111 sal ceza xwaribûn. Rûniştina temyîzê ya biryara cezayê îro hat kirin.
Konseya Temyîzê ya ICTYê 25 sal cezayê hepsê da qaşo Serokwezîrê Komara Hirvatê ya Hersek-Bosnayê (HR-HB) û Serokê Konseya Parastinê ya Hirvat (HVO) Jadranko Prlic, 20 sal cezayê hepsê jî da Wezîrê Parastinê yê HR-HBê Bruno Stojic.
Berî niha fermandarê baregeha HVOyê generalê Hirvat Slobodan Praljak jî 20 sal cezayê hepsê xwaribû û cezayê wî jî hat pesendkirin.
Lêbelê piştî ku biryar hat eşkerekirin, Praljak bi dengekî bilind got ku ew ceza qebûl nake û hat dîtin ku tiştekî li gor îdiayê jehr e, vexwar.
Konseya Temyîzê piştî îdiaya ku Slobodan Praljak jehr vexwar rûniştin bi dawî kir.