Haydar Şahin
14 Hezîran 2019•Rojanekirin: 15 Hezîran 2019
Li Tirkiyeyê di 10 salên dawîn da rêjeya jinên xwendin û nivsandinê nizanin ji sedî 14,7an dakete ji sedî 6,1ê, ji par pê va 2 milyon û 197 hezar û 257 kesên xwendin û nivîsandinê nizanin û ji sedî 85,2yê van ji jinan pêk tê.
Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê ji daneyên Saziya Îstatîstikên Tirkiyeyê (TUÎK) berhev kir, di navbera salên 2009-2018an da rêjeya kesên emrê wan ji 15 salî mezintir in û xwendin û nivîsandinê nizanin li gor serjimara welêt ji 9,2yan dakete ji sedî 3,6an. Di heman demê da rêjeya mêrên xwendin û nivîsandinê nizanin ji sedî 3,6an dakete ji sedî 1,1ê, rêjeya jinên xwendin û nivîsandinê nizanin jî ji sedî 14,7an dakete ji sedî 6,1î. Di sala 2009an da rêjeya jinên xwendin û nivîsandin nizanibûn li gor ya welêt ji sedî 80,4 bû, di sala 2018an da ev rêje derkete ji sedî 85,2yan û ev jî tiştekî balkêş e. Par 2 milyon û 197 hezar û 257 kesên ku xwendin û nivîsandin nizanibûn hebûn, ji wan milyonek û 872 hezar 141 kes jin bûn.
Dîsa di vê heyamê da di nav jinên emrê wan ji 25 salî mezintir da rêjeya jinên dibistana seretayî xwendine ji sedî 44,3yan dakete ji sedî 30,6an, rêjeya jinên dibistana navîn xwendine 2 puan zêde bû û derkete ji sedî 7,2yan. Rêjeya jinên lîse xwendine jî 3,8 puan zêde bû derkete ji sedî 16,4an. Rêjeya jinên zanîngeh xwendine jî 8 puan zêde bû ji sedî 7,3yan derkete ji sedî 15,3yan.
Di 10 salên dawîn da rêjeya jinên lîsansa bilind xwendine ji sedî 0,5an derkete ji sedî 1,7an, rêjeya jinên doktora xwendine ji sedî 0,2yan derkete ji sedî 0,3yan.
Li Tirkiyeyê di navbera salên 2009 û 2018an da daneyên serjimara xwendin û nivîsandinê li gor cinsiyetan wiha ye:
| | 2009 | 2018 |
| Tevahî | | 53.550.830 | 61.844.096 |
| Xwendin û nivîsandinê dizanin | 45.942.369 | 59.156.007 |
| Xwendin û nivîsandinê nizanin | 4.645.638 | 2.197.257 |
| Ya nayê zanîn | 2.962.823 | 490.832 |
| Mêr | | | |
| Xwendin û nivîsandinê dizanin | 24.175.728 | 30.257.344 |
| Xwendin û nivîsandinê nizanin | 908.628 | 325.116 |
| Ya nayê zanîn | 1.626.257 | 231.842 |
| Jin | | | |
| Xwendin û nivîsandinê dizanin | 21.766.641 | 28.898.663 |
| Xwendin û nivîsandinê nizanin | 3.737.010 | 1.872.141 |
| Ya nayê zanîn | 1.336.566 | 258.990 |
|
| Ji sedî | Ji sedî |
| Tevahî | Xwendin û nivîsandinê dizanin | 90,8 | 96,4 |
| Xwendin û nivîsandinê nizanin | 9,2 | 3,6 |
| | | |
| Mêr | Xwendin û nivîsandinê dizanin | 96,4 | 98,9 |
| Xwendin û nivîsandinê nizanin | 3,6 | 1,1 |
| | | |
| Jin | Xwendin û nivîsandinê dizanin | 85,3 | 93,9 |
| Xwendin û nivîsandinê nizanin | 14,7 | 6,1 |