07 Sibat 2017•Rojanekirin: 08 Sibat 2017
ANKARA
Ji sedî 92 nifûsa Tirkiyeyê li bajar û navçeyan dijîn, 6,1 milyon jî par pê va li gund û bajarokan dijîn.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) da hev, nifûsa Tirkiyeyê di 2016an da li gor 2015an ji sedî 1,3 zêde bû û bû 79 milyon û 814 hezar û 871 kes. Hejmara kesên ku li bajar û navçeyan îqamet dikin jî bû 73 milyon û 671 û 748 kesan.
Rêjeya kesên ku li bajarok û gundan dijîn jî ji sedî 7,7ê hemû nifûsê pêkhat. Par ev hejmar 6 milyon û 143 hezar û 123 kes pêkhat. Li Tirkiyeyê li bajarok û gundan ji sala 2015an pê va 6 milyon û 217 hezar û 919 kes dijiyan.
Nifûsa herî zêde bi 14 milyon û 804 hezar û 116 kesan va li Stenbolê, herî kêm bi 38 hezar û 181 kesan va li Erdêxanê hat jimartin.
Ji hêla din bi guherîna qanûna şaredariya mezin a ku di sala 2012an de hat kirin ve hin gund bûn tax. Bi vî awayî di nav 5 salan de para nifûsê ya ku li navendên bajêr û navçeyan dijîn ji sedî 77, 3yan derkete 92,3yan.
Beriya vê verastikirinê ya sala 2012an, nifûsa gund û bajarokan 17 milyon û 178 hezar 3u 953 bû.
Rêjeya nifûsa Tirkiyeyê ya ku temenê wan di navbera 15 û 64an de ye di sala 2016an de ji sedî 68 hat eşkerekirin. Rêjeya nifûsa zarokan a ku temenê wan di navbera 0 û 14an de ye ji sedî 23,7, rejeya nîfûsa kesên ku temenê wan 65 û jê zedetir e jî ji sedî 8,3 ye.
- Li 36 bajaran nifûsa jinan zêdetir e
Li Tirkiyeyê nifûsa mêran ji sala 2016an pê va 40 milyon û 43 hezar û 650 e, nifûsa jinan jî 39 milyon û 771 hezar û 221 e.
Li giştiyê welêt li 36 bajaran nifûsa jinan zêdetir e.
Nifûsa jinan li Enqere, Îzmir, Meletî, Rîze, Konya, Afyonkarahîsar, Bolu, Çorum, Zonguldak û çend bajarên din zêdetir e.