Mert Davut
11 Tîrmeh 2023•Rojanekirin: 12 Tîrmeh 2023
Wezîrê Xezîne û Maliyeyê Mehmet Şîmşek bal kişand ku rezervên Banqeya Navend a Komara Tirkiyeyê (TCMB) zêde bûn û wiha dewam kir, "Zêdebûna rezervên TCMByê ya bilez wêrekiyê dide. Em ji bilî polîtîkayên rastîn yên ku feydeya wan bigihêje rezervan, xebatên ji bo dîtina çavkaniyên derva jî bi lez û bez didomînin."
Wezîr Şîmşek li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da û wiha got:
"Di 26ê Gulanê da rezervên TCMByê 98,5 milyar dolar bûn, di 30ê Hezîranê da derket 108,6 milyar dolarî. Di heman heyamê da rezervên net 14,2 milyar dolar zêde bû. Zêdebûna rezervên TCMByê ya bilez wêrekiyê dide. Em ji bilî polîtîkayên rastîn yên ku feydeya wan bigihêje rezervan, xebatên ji bo dîtina çavkaniyên derva jî bi lez û bez didomînin. Ji bo berdewamiya zêdebûnê em ê gavên hewce biavêjin."