27 Nîsan 2017•Rojanekirin: 29 Nîsan 2017
HEWLÊR
Pisporê Siyasî û yek ji serkirdeyê PDKyê Ebdusselam Berwarî, diyar kir ku dema rejimên Bees li Iraq û Sûriyê kurd kîmyabaran dikirin rêxistina terorî PKKyê arîkarî ji wan werdigirt.
Berwarî, di daxuyaniya xwe ya ji bo malpera PDKyê de, ragihand ku PKK ne hêzeke Kurdistanî ye û ji vê pênaseyê dûr e.
Berwarî behsa têkiliyên PKKyê bi herdu rejimên Bees li Iraq û Sûriyê kir û wiha agahî dan:
"Tarîxeke me ya tehl bi PKKyê re heye. Li Herêma Kurdistanê berî Raperîna 1991ê Serok Barzanî ez wezîfedar kirim ku bi wan re guftûgoyê bikim. Lê belê ewan tu carî bi dostanî û çavekî baş li me nenêrî û hewl dan ku ya xwe bi ser me de bisepînin. Her carê problem ji bo me durist kiriye. Di dema avakirina hikûmeta Herêma Kurdistanê de li dijî me şer ragihand. Ev şerê bi wekalet bû li ser navê Beesiyan dikir."
Siyasetmedarê PDKyî destnîşan kir ku PKK rûpelek e ji Beesê û wiha nirxandin kir:
"Ew cihên li Sûriyê di destê PKKyê de ne emanet in. Ew arîkariya herî baş ji Sûriye, Iraq û Îranê werdigire. Me dît ku li Tirkiyê di pêvajoya aştiyê de roleke çi qas xerab lîst."