Orhan Pehlül
10 Îlon 2022•Rojanekirin: 11 Îlon 2022
Li Adiyemana ku lê darên behîvê zêde ne komkirina behîvan dest pê kir.

Bi saya xebatên Midûriyeta Daristanê ji sala 2005an vir va li Adiyemanê hejmara darên behîvan û rekolte zêde dibe.

Li bajarê ku di warê behîvan da di rêza yekê da ye îsal tê texmînkirin ku rekolte 40 hezar ton be.

Di komkirina behîvan da dar tê daweşandin, ji makîneyên qeşartinê tên derbaskirin û 3 rojan li ber tavê tên zihakirin.