Muhammet Kurşun
05 Adar 2017•Rojanekirin: 05 Adar 2017
ADIYEMAN
Malên kerpîçî li Adiyemanê xwe li ber erdheja bi lerza 5,5 negirtin û rûxiyan.
Welatiyên ku xaniyên wan xisar dîtine ji aliyê Qeymeqamî, Heyva Sor a Tirkiyê û AFADê ve têne destekkirin.
Xelk hewl dide ku bi arîkariyan birînên xwe derman bike.
Li gundê Taşkuyu ku erdhej bitesîr bûye û xaniyên kerpîçî tê de gelen hene, xelk ji bo derxistina eşyayên xwe yên saxlemmayî şev û roj dixebite.
Herwiha xaniyên kerpîçî yên ku havînan hênik û zivistanan jî germ in, piraniya wan li gund rûxiyane û hatine halekî ku kes nikare di wan de rûnê.