05 Adar 2017•Rojanekirin: 08 Adar 2017
ADIYAMAN
Di erdheja Samsata navçeya Adiyemanê da mala kerpîç a Zeynep Kuçuka 75 salî xerab bû. Zarokên Kuçukê her çend israr bikin jî ew neçû navenda bajêr û di çadira AFADê da dijî.
Di erdheja Samsatê da gundê ku herî zêde mal lê xerab bûn yek jî gundê Taşkuyuyê ye. Mala kerpîç a ku Zeynep Kuçukê tê da 9 zarokên xwe aniye dinyayê, sê roj berê di erdhejê da zirar dît.
Kuçuk bi tena serê xwe di vê malê da dima, lê erdhejê zirareke mezin da malê û piraniya eşyayên wê zirar dîtin. Zarokên wê xwestin ku biherin Adiyamanê, lê Kuçuk naxwaze ji derdora mala ku mêrê wê nîv esir berê çêkiriye û tê da bîranînên wê hene, biqete. Ji ber ku zarokên wê ew qanî nekirin, jê ra li kêleka malê çadireke AFADê hat peydakirin û avakirin.
Kuçukê çend perçe eşyayê xwe kişand çadirê û tê da dest bi jiyanê kir.
Kuçukê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew 50 sal berê wek bûk hat wê malê û di wê malê da rojên wê yên tengasî û ferqetiyê derbas bûn.
Kuçukê diyar kir, ew ji mala ku ji mêrê wê jê ra maye pir hez dike û dilê wê ber dernayê ku ji gund koç bike û wiha dewam kir:
"Ev der ji mêrê min wek yadîgar ji min ra ma. Emrê min di vê malê da derbas bû û ez pir jê hez dikim. Her çend mala min di erdhejê da xera bû jî, ez naxwazim ji vir herim. Di vê malê da rojên me yên ku em birçî man jî derbas bûn, rojên me yên xweş jî derbas bûn. Ez pir li ber xwe ketim ku mala min xera bû. Tişta ku ji Xwedê tê ser çavan, ez niha newêrim bikevim mala xwe. Me li kêleka malê çadirek danî, ez ê di wir da bijîm, ez ê ji vir neçim. Li vê derê du çêlekên min hene. Ez li vê derê bûm û mezin bûm, ez ça ji vir diçim. Zarok pir israr dikin, lê dilê min ber dernayê ku ez ji vir herim."