Halil İbrahim Sincar,Beşir Şavur
05 Tîrmeh 2023•Rojanekirin: 08 Tîrmeh 2023
Genimê ku ku li deşta Mêrdînê tê çandin, îsal piştî ew qas baranê xêr û bereketa wê zêde bû.
Li Mêrdîna ku çandinî lê lokomotîf e, piştî çandiniya dêmî çandiniya avdanî jî hat kirin û dirûna zeviyên çandiniya avdêriyê dewam dike.
Rojê 10 hezar ton genim tê dirûn û kutan; paşê dibin Navenda Bazirganiyê ya Dexl û Dehn a Kiziltepeyê.
Serokê Komeleya Zexîrekar û Navenda Bazirganiyê ya Dexl û Dehn a Kiziltepeyê Mehmet Şerîf Oter ji nûçegihanê AAyê ra got ku li bajêr ji bo çandiniyê 3 milyon û 147 hezar donim erazî heye.
Oter daxuyand ku li ser 2 milyon û 500 hezar donimî zêdetir jî dexl û dehn û beqliyat hat çandin û wiha dewam kir:
"Nêzî ji sedî 60ê vê qadê tê avdan. Li ber serê van zeviyan cotkaran bi xwe bîr vedane û bi ava bîran zeviyên xwe av didin. Dema ku GAP têkeve dewrê herêm wê rehet bibe. Par berên zeviyên dêmî tev zeyî bûn. Zeviyên dêmî nehatin dirûtin. Îsal zeviyên dêmî tev hatin dirûtin. Ji zeviyên dêmî herî kêm 300 kîlo ber hat. Ji zeviyên avî jî em heta 800 kîloyî ber hildidin. 33 sal e ez di vê sektorê da me, di 7 salên dawîn da sala herî bi xêr û bereket îsal e. Hem xêr û bereketa genim hem ya ceh zêde ye."
Oter destnîşan kir ku bi makîneyan dirûtina tîran dewam dike, paşê li ser zeviyên genim garis wê were çandin.
Oter destnîşan kir ku ceyê îsal li gorî par du qat zêde bû û wiha domand: "Sala par bi qasî 200 hezar ton û îsal jî nêzî 400 hezar ton ce hat rakirin. Sala par li seranserê Mêrdînê 1,5 milyon ton genim rakir û îsal jî li bendê ne di navbera 1,7 milyon û 2 milyon tonî da genim bê rakirin. Sala par ji ber hişkayiyê makîne nediket deverên şewitîne û heke îsal jî wisa dewam bikira wê cotkaran ji bo ajotina nebateke din wê hewl bida. Lê îsal ji ber ku di adar û nîsanê da baran xweş barî li qadên hişkayî hebûn jî çandinî hat kirin."
Oter ragihand ku Navenda Bazirganiyê ya Dexl û Dehn a Qiziltepeyê li Rojhilata Navîn ya herî mezin e heta 250 hezar tonî radike û ew jî tijî bûye.
- "Xwedê bereket da"
Ji esnafên Navenda Bazirganiyê ya Dexl û Dehn Mehmet Vecdî Erbey got ku heyama îsal gelekî bi bereket bû û wiha domand: "Xwedê bereket zêde kir. Qelîteyeke wiha tuneye. Em dixwazin ku bila TMO ji bo me cî veke."
Ji cotkarên navçeya Qiziltepeyê Marvan Geçgel jî diyar kir ku bêdera îsal gelekî bi ber û bereket bû û wiha domand: "Me ji barana meha Nîsanê barî gelekî îstifade kir. Qelîteya genim baş e. Salên borî hişkayî hebû. Îsal baş e. Xwedê bereket da."