18 Mijdar 2015•Rojanekirin: 24 Mijdar 2015
HAKKARÎ
Jinên ji Gevera navçeya Hekariyê digel pêşvaçûna teknolojiyê hê jî wekî isûla ku ji bav û kalan maye, di conî da genim dikutin.
Jinên ji navçeyê di nav rojê da tên cem hev û ji bo di xwarinê da biemilînin di conî da genim dikutin.
Li navçeyê genimê ku di conî da tê kutan di xwarinên wek "doxaba", "keledoş", "keşkek" û "gulgul"ê da tê emilandin.
- "Bi hevkariyê genim dikutin"
Qazê Înceya 69 salî ya ku li taxa Cumhuriyetê dijî jî wekî isûla bav û kalan di conî da genim dikute.
Înceyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku edetên bav û kalan bi vî awayî derbasî nifşên nû dibin.
Înceyê destnîşan kir ku genimê ku di xwarinan da diemilînin di conî da dikutin û wiha got: "Ev edet perçeyekî heyata me ye. Em ji pêşiyên xwe hîn bûn û hê jî dewam dikin."
Şahîde Vuralê jî diyar kir ku conî kevirekî taybet e û wiha got: "Genimê ku di conî da hatiye kutan bitehm e. Ev karekî zor e. Em qederê 3 saetan genim dikutin. Em bi hevkariyê genim dikutin. Em genimê ku dikutin peyra dikelînin û ziwa dikin."