Nihat Kavşut
16 Tebax 2017•Rojanekirin: 17 Tebax 2017
MUŞ
Li Mûşê çêkirina embarên genim û ar tê da tên parastin zêde bû.
Esnafên li bajêr embaran çêdikin li ser siparişa gundiyan ji bo genim û arê wan embarên ji sacan çêdikin.
Kerem Reçberê embaran çêdike destnîşan kir ku embarên ji sacan tên çêkirin genim û ar ji mişkan diparêzin.
Reçber diyar kir tevî wî li Mûşê 3 kesên din jî embaran çêdikin û wiha got: "Li Mûşê çêkirina embaran meha tîrmehê dest pê dike û heta dawiya îlonê dewam dike. Li îmalatxaneya me 15 xebatkar hene û rojê 250 embaran çêdikin. Embar mêtroyek û nîv bilind in û bi 65-70 lireyî tên firotin. Ji gundên derdorê sipariş tên û em çêdikin."
Kerem Reçber destnîşan kir berê embarên ji xweliyê dihatin çêkirin û wiha dewam kir: "Lê mişkan zirar dida embarên ji xweliyê. Niha jî welatî embarên ji sacan didin çêkirin. Mişk nikarin li genim û ar bixwin û baş tê parastin."