WASHINGTON
Qeyrana budçeyê ya ku li Amerîkayê 16 roj bû sedema girtina hikûmetê bi dawî bû û bi vê rûdanê xetereya ku Amerîkayê dê nikaribûya deynê xwe bide ji holê rabû.
Kongreya DYAyê pêşnûmaya ji bo vekirina hikûmeta ku hatibû girtin û pêşnûmaya zêdekirina benda deyndarbûyinê qebûl kir.
Li gor peymanê ji bo deyndarbûnê hetanî 7ê Sebata 2014an destûr dan xezîneyê û hikûmet jî dê hetanî 15ê kanûna paşîn 2014an vekirî bimîne.
Serokê DYAyê Barack Obama pêşnûmaya ku ji aliyê kongreyê ve hat qebûl kirin, îmze kir. Bi qebûlkirina pêşnûmayê hikûmetê saziyên ku girtibû vekir û heta sala pêşiya me jî mafê deydarbûnê bidest xist.
Hikûmetê ji ber kêmasiya peran nikaribû karên hin saziyên dewletê bike û ji ber vê jî 16 roj bû ku gelek sazi girtibû. Heke pêşnûma nehata qebûl kirin dê Amerîkayê nikaribûya deynê xwe bide û ev rewş jî li welêt dê bibûya sedema qeyraneke mezin.