Türkan Tosun
23 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 23 Tîrmeh 2019
Serokê Lijneya Îcrayê û Endamê Lijneya Rêvebiriya Anonîm a Pîşesaziyê ya Hîlberîna Silqan a Mûşê Remzî Demircan got 3,5 milyon lire cezayê pereyan a ku ji ber teahutên xwe bi cih neanîne dabûn 550 cotkaran, hatiye efûkirin.
Demircan piştî pêvajoya xwemalîkirinê bi cotkarên silqan direşînin ra hat bal hevdu, li ser pirsgirêkên wan û çareserkirina pirsgirêkan axivî.
Piştî civînê Demircan daxuyanî da rojnamevanan û got ew girîngiyê didin hilberîna silqan, îsal bi hezar û 516 cotkaran ra peyman hatiye îmzekirin ku cotkariya silqan bê kirin.
- "Cotkarên me bila bizanibin em li cem wan in"
Demircan got ewê îsal 200 hezar ton silq ji cotkaran hildin û wiha axivî: "Ji vê 30 ton şekir, 6 hezar ton melas û 50 hezar ton kuspe wê bê çêkirin. Ji bo ku cotkarên me zêdetir mexdûr nebin, me 3,5 milyon lire cezayê pereyan a ji ber teahutên xwe bi cih neanîne dabûn 550 cotkaran efû kir. Cotkarên me bila bizanibin em li cem wan in. Ji bo em kapasîteya fabrîqeya xwe zêde bikin me 35 milyon lire veberhênan kir. Fabrîqeya me îsal wê 250 milyon lire feydeyê bide Mûşê."
Midûrê Giştî yê Şirketa Anonîm a Pîşesaziyê ya Hîlberîna Şekir Hekîm Gundogdu jî got ji ber baran û zivistana ku dereng xilas bû danîna silqan 40 roj dereng çêbû û meha hezîranê ew hatin derxistin.
Gundogdu got ji ber vê, hilberîn kêm çêbû û wiha dewam kir: "Gelek cotkarên me 2-3 caran silq danîn. Îsal wek hemû berên çandiniyê, di silqan da jî dibe ku pirsgirêk çêbibin. Hêvî dikim heyameke wiha çênebe."