Abdullah Söylemez
30 Îlon 2025•Rojanekirin: 30 Îlon 2025
Li Bazîda navçeya Agiriyê li quntara Çiyayê Agiriyê berhevkirina sêvan destpê kir.
Li Bazîdê dehla Abdulkadîr Ardînê ku li quntara Çiyayê Agiriyê ku bi qasî 5 hezar û 137 raqimî bilindtirîn xala welêt e, daniye, mêweyên weke sêv, mişmiş, xox, encas, gilyas, vîşne, behîv, hirmî û bî û gelekê din şîn tên.
Li dehla ku seranserê havînê mêwe jê tê komkirin, van rojan dema berhevkirina sêvan e. Welatiyên ku ji bo seyranê tên dehlê, dikarin di siruştê da wext derbas bikin û belaş sêvan bixun.
Xwediyê dehlê Ardîn ji nûçegihanê AAyê ra destnîşan kir ku li wê derê nêzîka 5 hezar darên mêweyan hene.
Ardîn anî ziman ku li nava dehlê xwaringeh, qadên hêwirîn û seyranê jî hene û got, "Hemî cureyên mêweyan hene. Mişmişên me yên gelekî xweş hebûn, me di meha temûzê da hemî dane hev. 520 darên me yên sêvan hene. Sêvên me 4 cure ne. Berhevkirina sêvan destpê kiriye, ewê 10 rojan biajo. Sêvên me organîk in, em dermanan bikar naynin. Di meha gulanê da em dest bi berhevkirina mêweyan dikin, heta berf dikeve didome. Em berhemên xwe nafiroşin, yên tên nava dehlê bêpere dixun."
Nuran Ardîna ku ji Beşa Kargêriya Geştiyarî ya Zanîngeha Egeyê mezûna bûye diyar kir ku dehl pir berfireh e û ji bo kesên ku dixwazin di siruştê da wext derbas bikin, cihekî pir xweş e.