Haydar Şahin
09 Mijdar 2017•Rojanekirin: 10 Mijdar 2017
KAHRAMANMARAŞ
Piştî Erebistana Siûdî, Urdin, Yêmen û Iraqê nika Rûsya û Hindistan jî sêvên Goksunê yên Qehremanmaraşê dixwazin. Sêvên Goksunê li hezar û 350 mêtre bilindahiyê derdikevin, ji ber ferqa di navbera germahiya şev û rojê da jî tehm, reng, aroma û qelîteya van sêvan cuda û zêde ye.
Sêvên Goksunê li herêma bakurê bajêr derdikevin, di dema berhevkirina sêvan da germahiya hewayê bi şev 18 pile bi roj jî 25 pile ye. Ji ber ferqa germahiya hewayê jî rengê sêvan sor û gevez dibin sêv jî qeyîn dibin.
Sêvên Goksunê îxracî welatên wek Erebistana Siûdî, Urdin, Yêmen û Iraqê dikin.
Di vê heyamê da Rûsya û Hindistan jî ji van sêvan dixwazin ji ber vê rêveberên herêmî û îxractkaran dest bi xebatên pakêtkirin û veqetandinê kirin.
Şaredarê Goksunê Huseyîn Coşkun Aydin daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku gelê Goksunê bi sêvan nanê xwe bi dest dixin.
Aydin destnîşan kir ku di saya xebatên ku van salên dawîn hatin kirin da di salê da 45 hezar ton sêvî kom dikin û kêmzêde ji sedî 65ê sêvan jî îxrac dikin.