Haydar Şahin
02 Tebax 2017•Rojanekirin: 03 Tebax 2017
ŞANLIURFA
Bi tevkariya cudakariya pozîtîf a ku hikûmetê li Herêma Rojhilatê Anadoluyê pêk anî va di sektora tekstîla ku ya herî zêde lê verbehênan tê kirin da keda jinên jîr tê tercihkirin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji daneyên herêmên pîşesaziya organîze yên li herêmê berhev kir, di van salên dawîn da li Rojhilatê Anadoluyê îsdixdam herî zêde di tekstîlê da zêde bû, her diçe hejmara jinên ku dixebitin zêde dibe.
Di sektorên ku li herêmê kar dikin da hejmara jinên ku dixebitin kêm e lêbelê di tekstîlê da hejmara jinan kêmzêde ji sedî 50 ye û ev jî balê dikişîne.
Di nav sektorên lokomotîf ên îsdixdamê da rêza ewil ya tekstîlê ye û pey wê jî înşaet û hilberîn di rêzê da ne.
Di sektora tekstîlê da rêjeya îlanên kar ên îsal li gor sala par ji sedî 20 zêde bû.
Li herêmê hejmara saziyên ku kar dikin ji 100 hezarî zêdetir e û ji sedî 70yî wan jî karên tekstîl û konfeksiyonê dikin.
Polîtîkayên teşwîq û piştgiriyê yên hikûmetê li Herêma Rojhilatê Anadoluyê îsdixdama jinan dike.
Li bajarên wek Gazîentab, Şanliurfa, Adiyeman, Mêrdînê sektora tekstîl û konfeksiyonê pêş dikevin û parên xwe yên di îxracata welêt da her diçe zêde dikin.
Di nav gavên ku sektorê pêş dixin û îsdixdamê zêde dikin da teşwîqên veberhênanê, daxistina bacê, teşwîqên ku dewlet dide tên jimartin.
- Ji bo her kesî firsend hene
Seroka Giştî ya Konfederasyona Jin û Mêrên Karsaz a Tirkiyeyê (SANKON) Nezaket Emîne Atasoyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li herêmê di van salên dawîn da îsdixdam zêde dibe.
Atasoyê destnîşan kir ku her wezaret ji bo ku bêkariyê vegerîne îsdixdamê firsendan dide veberhêneran û wiha pê da çû:
"Di van demên dawîn da dewleta me li Herêma Rojhilatê Anadoluyê projeyên pêşketinê pêk tîne. Di çarçoveya van projeyan da ji bo karsaz me û kesên ku dixwazin li herêmê kar bikin firsendên mezin hene. Em tên vê derê van firsendan dibînin û dixwazin ku ji Tirkiye û hemû dinyayê ra qalê bikin. Veberhênaên li herêmê ew ê hem evkariyê bidin pêşketina welêt, hem jî îsdixdamê zêde bibe."