Jinên herêmê di gelek karên cur bi cur de dixebitin. Jinên herêmê hem wek zabite, ajokara serwîs û ambûlansê û hem jî wek agirkuj dixebitin.
Jin beşdarî pêşbirka hilbijartinê jî bûn û di her qadê de dixebitin û ji gel deng dixwazin. Jinên ku li mala xwe berpirsiyariyen xwe bi cî tînin, di qada hilbijartinê de jî dixebitin da ku îsbat bikin ku ew jî dikarin polîtîkayê bikin.
Fîdan Îşcana ku ji bedena xwe astengdar e ji bo Şaredariya Mîdyata Mêrdînê di MHPê de bû namzed. Îşcanê daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ew ji bo ku mafê astengdar û jinan biparêze bû namzed. Îşcana ku di heman demê de xwediya hêwana xweşikahiyê ye, da zanîn ku di siyasetê de pirrengî gelekî girîng e.
Nûrten Ertûgrûl jî di rêza yekemîn de namzeda Meclisa Şaredariyê ya AK Partiyê ya Bingolê ye. Ertûgrûlê destnîşan kir ku ew ji bo ku bibe dengê jinan beşdarî siyasetê bû. Ertûgrûlê diyar kir ku ew wisa bawer dike ku jin têra xwe di siyasetê de cî nagirin û got ku divê teqez jin beşdarî siyasetê bibin.
- Namzeda Şaredariyê ya Nisêybînê Jin e
Sara Kaya jî ji BDPê bû namzeda Şaredariya Nisêbîna navçeya Mêrdînê. Kayayê diyar kir ku heke ew bê hilbijartin xebatên ku dê bikin dê pirçandî bibin. Kayayê got ku ew dê ji bo Nisêbin bibe bajarekî ku her kes bikaribe li gor ziman û çanda xwe bijî gelekî bixebitin. Kayayê bal kişand ku şaredariya wan dê bi gel re tevbigere.
- Dixwaze bibe yekem muxtarê jin ya Sawûrê
Hamîde Erola ku dayîka 4 zarokan e jî li Taxa Dewletê ya Sawûra navçeyê Mêrdînê bû namzeda muxtariyê. Erol di serdanên xwe yên li ser malan de der barê xebatên ku dê bike de agahî dide hilbijêran.
Namzeda BDPê ya Cizira navçeyê Şirnexê Leyla Îmret jî got ku berpirsyariya jinan giran e, jinan her dem li paş civakê dihêlin. Îmretê got ku tu kar tuneye ku jin nikaribin bikin.