Harun Kutbe
26 Tîrmeh 2023•Rojanekirin: 27 Tîrmeh 2023
Lijneya Kordînasyonê ya Aboriyê (EKK) piştî civînê daxuyaniyek da û got polîtîkaya darayiyê wê bi hişmendiya tesarûfê bê xurtkirin, destkeftiyên wê yên aboriyê jî ji bo rehetiya welatiyan wê bên xerckirin.
Civîna Lijneya Kordînasyonê ya Aboriyê bi serokatiya Alîkarê Serokomar Cevdet Yilmaz li Kuliyeya Serokomariyê civiya.
Piştî civînê lijneyê daxuyaniyeke nivîskî parve kir û wiha got: "Di pêvajoya pêş me da hedefa me ya makroekonomîk ya sereke ew e ku em cardin enflasyonê daxin asta jimarên kit. Em ê polîtîkaya xwe ya darayiyê bi hişmendiya tesarûfê xurt bikin û destkeftiyên wê yên aboriyê ji bo rehetiya welatiyên xwe xerc bikin. Xeynî mesrefên erdhejê, rêjeya dahata neteweyî ya kêmasiya budçeyê wê li gor wê hişmendiyê ya standardên YEyê bê parastin."
Hat destnîşankirin ku têkoşîna dijî enflasyon, stokvanî û zêdekirina bihayê xwarin û alavan wê dewam bike.