Nihat Kavşut
30 Adar 2018•Rojanekirin: 30 Adar 2018
ANKARA
Meha sibatê îxracata Tirkiyeyê li gorî heman meha par ji sedî 9 zêde bû û derket 13 milyar û 176 milyon dolarî û îdxalat jî ji sedî 19,7 zêde bû û derket 18 milyar û 936 milyon dolarî.
Îstatîstikên demkî yên der heqê ticareta bi derva ra ku bi destê Saziya Îstatîstikan ya Tirkiyeyê (TUÎK) û Wezareta Ticaret û Gumrukê ji bona meha sibatê hatin amadekirin eşkere bûn.
Li gor daneyan meha sibatê îxracata Tirkiyeyê li gorî heman meha par ji sedî 9 zêde bû û derket 13 milyar û 176 milyon dolarî û îdxalat jî ji sedî 19,7 zêde bû û derket 18 milyar û 936 milyon dolarî.
Li gor agahiyan di heyama navborî da ferqa di ticareta bi derva ra jî ji sedî 54,2 derket û 5 milyar û 761 milyon dolar.
- Heyama rêbendan û sibatê
Meha ewil ya salê îxracata Tirkiyeyê li gor heman heyama par ji sedî 9,8 zêde bû û derket 25 milyar û 621 milyon dolarî û îdxalat jî ji sedî 28,8 zêde bû û derket 40 milyar û 459 milyon dolarî.
Di heyama navborî da ferqa di ticareta bi derva ra ji sedî 83,7 zêde bû û derket 14 milyar û 838 milyon dolarî.