Aborî

Daneyên îxracatê ya meha adarê hatin eşkerekirin

Îxracat di meha adarê de li gor heman mehê ya par ji sedî 11,5 zêde bû û gihîşte 15 milyar û 106 milyon dolaran

Türkan Tosun  | 01.04.2018 - Rojanekırın : 02.04.2018
Daneyên îxracatê ya meha adarê hatin eşkerekirin

Istanbul

ÎSTANBUL

Li gor daneyên Meclisa Îxracatvanan a Tirkiyeyê (TÎM) di meha adarê de îxracat li gor heman mehê ya par ji sedî 11,5 zêde bû û gihîşte 15 milyar û 106 milyon dolaran

Meclisa Îxracatvanan a Tirkiyeyê daneyên îxracatê ya meha adarê eşkere kir.

Li gor vê di meha adarê de îxracat li gor heman mehê ya par ji sedî 11,5 zêde bû û gihîşte 15 milyar û 106 milyon dolarî. Bi vî awayî meha adarê di dîroka îxracatê de bû meha ku herî zêde îxracat hat kirin.

Di her sê mehên salê yên ewil de jî îxracat li gor heman serdemên sala 2017an ji sedî 10,4 zêde bû û gihîşte 40 milyar û 727 milyon dolaran.

Di serdema 12 mehan de îxracat ji sedî 10,5 zêde bû û gihîşte 159 milyar û 923 milyon dolaran.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın