22 Îlon 2015•Rojanekirin: 22 Îlon 2015
HEWLÊR
Alîkarê Serokê Komisyona Xaz û Neftê ya Parlementoya Herêma Kurdistana Iraqê Dilşad Şeban destnîşan kir ku heta dawiya salê rêjeya nefta ku dişînin Tirkiyeyê wê derkeve hezar û 900 warîlî.
Şeban der barê peymana neftê ya Hewlêr û Bexdayê û nefta ku Herêma Kurdistana Iraqê sewq dike da daxuyanî da nûçegihanê AAyê.
Şeban der heqê nefta ku sewqî Tirkiyeyê dikin da wiha got: "Nefta Kerkûkê jî tê da rojane hezar û 700 warêl dişînin Tirkiyeyê. Heta dawiya salê rêjeya nefta ku dişînin Tirkiyeyê wê derkeve hezar û 900 warîlî."
Şeban der barê nefta ku dişînin rêveberiya navendî ya Iraqê da jî wiha got: "Rojane hezar û 150 warêl nefta ku li Kerkûkê derdixin, ji Lîmana Ceyhanê ji SOMOya şirketa hikûmeta Iraqê ra dişînin."
- "Bexda meseleya budçeyê wekî koz diemilîne"
Şeban destnîşan kir ku rêveberiya navendî meseleya budçeyê ji bo pêkutiyê diemilîne û wiha got: "Iraq budçeya herêma Kurdistanê naşîne û li gor peymanê hereket nake. Bexda meseleya budçeyê wekî koz diemilîne û pêkutiyê dike. Ji ber vê jî herêma Kurdistanê jî wê li gor xwe neftê bifiroşe."
Şeban diyar kir ku Iraqê 11 milyar dolarê ku di budçeya 2016an da para herêma Kurdistanê ye naşîne û wiha got: "Bexdayê li gor peymana budçeya 2015an hereket nekir. Ne tenê herêma Kurdistanê para bajaran jî neda. Li gor qanûnê hereket nakin. Wê zagona budçeya 2016an jî pêk neynin. Ev formalîte ye. Dixwazin bibêjin herêma Kurdistanê referandûma serxwebûnê dike, lê li gorî me perçeyekî Iraqê ye. Herêma Kurdistanê li dijî Iraqê ji sala 2003yan vir va peywira xwe bi cî aniye."