Haydar Şahin
20 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 21 Cotmeh 2017
KILÎS (AA) - Oncupinara Deriyê Sînor a li Kilîsê ji bo demeke berwext hat girtin.
Rayedarên gumrikê daxuyanî dan nûçegihanê AAyê û diyar kirin ku ji ber xebatên teknîkî ji saet 08.00an pê va deriyê sînor hat girtin.
Rayedaran gotin piştî ku xebatên teknîkî yên sîstema deriyê sînor temam bibin ew ê di nav hefteyekê da derî bê vekirin.
Wek mayîn ji ber xebatan li deriyê sînor tir ketin rêzê.